Ezda, çîroka dem û qonaxekê ye ku li mirovên li Dîyarbekirê dijîn, qewimîye. Ew salên ku têkoşîneke hîmgirtî lê heye û pîrhebok jî dijkoşîneke taybet jî li dar dixin. Û Ezdaya bokeya çîrokê ku li Amed Kîtabevîyê dixebite û lê miqate ye. Û keftelefta Ezdayê ya bi jîyanê re û digel wê jî tirsa wê ya ji nêçîrvanên mirovan ku rûpoşkirî ne û ji kana Dolmîşa Şîn dizên. Çîroka hevbirinûanîna veşartî ya serdemekê. Û ‘nêçîrvanên mirovan’ ku carinan maske dixin ber rûyê xwe û mirovên qenc winda dikin, carinan dibin kesên wek te dek û dolaban digerînin û carinan jî dikevin rengê mirovên bi exlaq û keçikên biçûk dixapînin û her carê ku çavên mirovan bi wan dikeve, ew vediguherin û dibin kêzik û pîrebok.
Û di aşop û xeyalkirina Ezdayê de; pêwendîya wê ya bi Achilles re heyî ku ji kûrahîya dîroka mîtolojîk tê û çi gava hişê wê dikeve tengasîyê berê xwe dide Achilles û pê re dikeve nav gengeşeyên li ser hêz, karîn, vîn û serdestîyên mêran ya li ser jinan.
Û di vegotineke lihêvîyêmanê de ku her û her li benda Şenê ye û Şenê ya ku hem tê hem jî nayê.