Piştî rojeke dirêj û germ, devdevê êvarê hêrsa tavê şikestibû. Roja di pişt ewrên bela wela de veşartî, bi zerêqa xwe ezmanê şîn dixemiland. Li hingûr xetek ji ewrên bi rengê îsporto, porteqalî, zer û sor derketibû holê. Berî segûrka êvarê, pezê terî çolê li ser girên li alî bakur û rojava mîna qeratiyan xuya dikirin. Tîrêjên ku çavên mirov qul dikir çûbûn, di cihê wan de zerêqiyeke nerm hatibû ser gundê Kelhesen ê li rojavayê Gola Xwê. Aramiyek veniştibû ser cîhanê. Erd û ezman guh dabû ser xwe û li benda şeva hênik bûn. Tîrejên rojê, di navbera ewrên bela de xwe berdidan newala ku gund tê de hatî damezirandin û ew vekirî mîna tayên rengîn xuya dikirin.