Çirokbejen ji dem û dewranen klasîk pedivî ji eşq û bûyeren mezin hebûn. qewimîn çiqas mezin bûna ewqas bandoreke mezin li pey xwe dihişt. berovajî ve yeke, di tegeha çiroka modern de pedivî ji peyvjeniye heye; loma jî qewiminen mezin nin in, hevoken alegorîk û cihereng diven. Çiroknûsen modern, li herriya ser sole dinere û ew herrî li ser şaneşîna jerzemîna hişe çîrokbej vediguheze çîrokek şil û mezeloqî. "erojen", kiteba "berfo barî" ya ewil e û çîroken bi qandî ve herriye mezeloqî û ji reze di xwe de vedihewîne. çîroken berfo barî di bin hiş de hatine meyandin û dawerivînin ser kaxize. Cihetiya wan ev e ku: berfo, ji kaleydoskopa xwe bi hevoken pir reng li dinyayek ji reze dinere û hukme ji rezebûne betal dike.
Ji jerzemîna civake bang dike, le ne aîdî tu erdglore ye: ew "xwedaye xwe" ye berfo barî, bi şi`ere dest bi nivîsîne kir. Loma jî di çîroken wî yen konsantre de şûna lingen şidandî ye şi`ere her diyar in. ji ber ve yeke, nerînek bi kitekit û behnvedaneke qitûtî ji bo xwendevanan dive. heke hûn hazir bin, fermo!
- denge pejna sawe te.
- min di xewne de jî dît. ew e me bi şûr bikujin.
- wîîî, ev xewna di renge mîza te de ji ku derket?
- ji asûse derket
- asûs ku dere ye?
- ew bajare bin hişe min e.
- ka em ve xewna te ji aleme re bejin.
- na, wê werin min bikujin.
- ji ber xewnekê?
daye digo: "xewn berdewama jiyane ye."
- temam. em e nave te şaş binivîsînin.
- çawa?
- em e nave te berfo barî lê bikin, we nizanibin ye ku ev xewn dîtiye tu ye.
- dibe
tepe rep.
- hatin!..