Em bi xwendina helbestên Evîn Adîn, hest bi rengûawayê hebûnê dikin; helbestkar me dike hevrêwîyên helbestên xwe û bi xwe re dibe warê xwe yê ku helbestên wê lê ava dibin.
Helbestên di Dilwar de cîgirtî, ji qîrînên ruhekî di xwe de hewîyayî, ji hestên dilekî li xwe û ji vîna hişekî di jînbûna xwe de avabûyî didin der û her helbest, bi kakilê çêbûna xwe ve, berê xwe dide warekî arizî xwe û xwe lê heyî dike.