Gava Kerîm li kelekê siwar bû û li bêdengiya avê nêrî Apê Çeko hat bîra wî. Apê Çeko meseleya Feqiyê Teyran û Ava Mezin jê re gotibû. Sedema bêdengiyê jî bi tobedariyê ve girê dabû. Li avê nêrî, destê xwe kir nav pêleherkê, mîna şîrê meyandî diherikî. Çengek avêt devê xwe û vexwar. Paşê wekî ku av dengê wî dibihîze got:
*Binêre avê, Ava Mezin. Madem tu dostê Feqiyê Teyran î, bizane ez jî neviyê wî me. Çawa ku niha di nava bêdengiyê de tu me pêşwazî dikî, bi besîreteke kamil me derbasî wî alî dikî, çaxê em vegerin jî pêwîst e tu bi vê ferasetê me derbasî milê din bikî.*