Herta Müller, di romana xwe ya bi navê Dilajal ku di sala 1994’an de weşîya, li Romanyayê û di dema Çavuşeskoyî de, çîrokên karakterên ku endamên kêmarên Alman in û di nav rejîmên zordest de rojên têr travmatîk diqedînin, vedibêje. Roman bi dijberîyên ku malbat û dewlet bi hev re çêdikin hatiye honandin û hesabê bi zimanên ku keysa hebûnê nadin çand û zimanên din re dibîne. Pexşana helbestî ya Müller, digel ku ne mimkun e travma û ezmûna şahidîyê ya ku ji nifşekê bo nifşa din tê veguhastin, were rabihurtin, bi metaforên ekolojîk yên balrakêş dikude ku zorê didin bendên hişûbîr û bedenê.