Bêguman jiyan tiştekî werê ye ku ahê bizina kol ji ya kel re nahêle. Bi sebr û hedan, bi hêvî û fesal, dewr û dewrana her kesî digerîne.
Çîroka Dewranê jî tam îşaret bi vê dike. Bi inyat çelexwarîtiya dema dibihure û diherike vedibêje. Geh li rex karker û kedkarekî, li rex jineke birîndar, li rex zarokên ji umrê wan hatiye xwarin; geh li rex hejarekî, li rex betalekî û geh jî li rex xwezayê, li rex ekolojiyê… hêvî bi hêvî, hevok bi hevok silavê li roja hilatî dike.