… Min cara yekê kengî tu dîtî, nayê bîra min.
Li bajarokekî Serhedê bû. Tu wek avên ji çiyan diherikîn û dihatin bûyî, wiha bi xwe û ji dil...
Em gulşîlanên dikirin ji kokê ve hilkin bûn, serhildêr û berxwedêr...
Piştre, me hev li Stembolê dît, em li kêleka deryayê geriyan, em li ser rondikên rengê şerabê yên Homeros ên ber bi deryaya pêldar a keskînî ve diherikîn, axivîn. Helbestvanekî digot, “Rondik jî kulîlkan vedidin”, û em çendî zêde li bendî vedana wan man.