Her çiqas ev novela li ser jiyana rojan e û li ser takekesiya Jîrzanî,Gulbêrî û Bozê hatibe honandin ji, wekî berhemên din yên Mahîr Bagok di paşxanê de dîsa tekoşîna salên notî bi bîra me dixe. Ev berhem bêrîkirin e, bêrikirina welatekî,welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê bûn.
"Cihê zaroktîya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartîye. Bêrîkirina demên bihurî di tûrikê dilê mirovî de veşartîye mîna dîrokekê. Dema qala cihê zaroktîya mirovî tê kirin janên dilê mirovî ji nav lêvan dibarin."
***
"Xwîna me ji bo evîna welat diherike. Evîna me welat e, welat jî di rihê ciwanan de her tim zindî ye! Dengê me dengekê xweşîyeka nepenî ye. Em di girêdana welatê xwe de sermest in. Evîna takekesî di nav zemanî de mîna pelên guleka bitenê diwere li ber bablîsoka demê. Evîna mezin, hezkirina di rihê felsefeya me de watedar e. Jîyanek, xwedî felsefeya evîneka hevpar be, wê demê rihê azad, vîna bi biryar jî wê di hundirê xwe de ava bike. Tekilîyeka evînê ya ji rêzê bi xwe re piştî kêfxweşîya du rojan, nakokîyan tîne. Bila gavên evîna we mezin bin, wê demê rihê jîyana we jî wê di dilpakîyê de bibe behr.”