Di çil salên dawî de kurdan hem xweliya li ser dîroka xwe weşandin hem jî dîrokeke nû nivîsandin. Bi nivîsandina dîrokê re sînordar neman feraseta li nêrîna dîrokê jî guhertin. Bêguman ev, ewqas ne hêsan bû. Di encama bedeleke mezin de pêk hat.
Yek ji wan cihên ku di nivîsandina dîrokê de roleke mezin lîstiye Botan e. Botan di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Warê Mem û Zîn e. Warê çîroka evînê ye. Warê têkoşîna azadî û bêbextiyê ye. Di çil salên dawî de jî bûye warê berxwedanê.
Cangoriyên Mişare jî vegotina beşeke ji vê berxwedanê ye. Vegotina zor û zehmetî, bîr û bawerî, girêdanî û fedayîtiyê ye. `Cangoriyên Mişarê` bi me dide nîşan ku dîroka rastî ne li ser maseyan ne li ser lênûskan tê nivîsandin. Dîroka rastî li ser kuç û bera, li ser deşt û newalan, li ser gelî û zinaran tê nivîsandin. Nîşan dide ku dîrok ne bi pênûsê tê nivîsandin. Bi têkoşîneke bêhempa, bi berxwedana li dijî zilmê tê nivîsandin. Û dîroka rast ne ya ku di pirtûkan de behsa dewletan dike ye. Dîroka rast dîroka rêhevaltiyê ye.