Kes an jî civakên ku dûçarî dijwariyên mîna şer, tundî, koçberî û mirinê dibin, trawmatîze dibin û dibin kes an jî civakên trawmatîk. Kes an jî civaka trawmatîzebûyî jî nikare zû bi zû qala trawmayên xwe bike. Edebiyat yek ji rêyên derbirînê ye ku birîna kes an jî civakekê der dike û birîna kes an jî civakên trawmatîzebûyî di bîra wan a qaliknegir de veşartiye.
Berfa Sor ‘bîreke trawmatîk’ e ku Mehmet Dicle, formûlasyona Maurice Halbwachs a bi navê “bîra kollektîf” û tespitên Giorgio Agamben ên derbarê “şahidiyê” de li nava hev xistiye û bîreke trawmatîk kolaye.
Loma Asûsî wekî ku tim li dora bîrekê bin û di şûna rûyê xwe de rûyê mirinê di avê de dibînin…