“Dengê Tekîn him bilind bû û him ji pir zîz bû. Hema bi gotinên wî re bû xurme xurma guleyan. Leşker li biniya me, li rastê bûn. Em li berwar bûn û nêzî zinaran bûn. Min hema zûka bi lezgînî hesp ber bi zinaran ve kişand. Hê me xwe negihandibû zinaran, gule wek taviya teyrokê bi ser me de barîn, hespê şînboz di destê min de ket erdê. Tekîn ji ser pişta wî kete xwarê û ber bi jêr ve tilol bû. Min jî xwe avet erdê û ber bi aliyê ku gule jê dihatin ve çend gule reşandin. Kêliyekê dengê guleyan sekinî.
Şînboz birîndar bûbû. Xwîn ji birînên wî diherikî û berf bi xwîna şînboz sor bûbû. Şînboz, carinan serê xwe radikir, firnikên bêvila wî fireh dibûn, çav lê zoq dibûn û cardin serê xwe bi hişkî li berfê dixist û dîsa stûyê xwe dirêj dikir. Bi wî awayî dixwest întixar bike, gavekî zûtir ji wê rewşa kambax rizgar be. Diyar bû êş û janên mezin dikişandin. Çavekî min li ser şînboz bû û yê din jî li ser Tekîn bû, lê hişê min jî li ser kesên ku em gulebaran dikirin bû. Ez çarçav bûbûm. Min nizanibû, ez ê çi bikim.”