“Li hinda gundê çiye geliyekî pir, pir kûr heye. Di nava vî geliyî re çemek diherike, ji hêla çiya tê di gelî re derbas dibe, li biniya gelî du sed metrê ve tê tevli ava çemê Xirnî dibe. Ava vî çemî gişt ji kaniyên Şerefdînê tê. Li vê heremê pir kanî hene, ji her kaniyekê bi qasî ava aşekî av tê. Ew tev li biniya gundê Kilîsê tên ser hev. Wisa her avekê kaniyekê dikeve ser ya din, ji her newalê av tê heyanî digîhêjin çemê di gelî de gişt dikevin nava hev, dibe mîna ava Muradê.
Ew geliya him gelek dirêj e, him jî kûr e. Li her du hêlên wê çiyayên bilind hene. Dema mirov dikeve gelî, mîna bikeve sarincekê, ji her du hêlên xwe ve tu tiştekê nabînî. Dema berê daristanekê bê hesab lê hebûye. Tê gotin ku wê demê meriv xwe tê de veşêre, arteşek were ser nikare mirov bibîne…”
Ev berhem ji hinek bûyerên li gundên dora Çiyayê Şerefdînê û serpêhatî û bûyerên gerîlayên li wê heremê qewimîne pêk hatiye. Nivîskar li gorî hêz, zanîn û şiyana xwe ev bûyerên ku bîhîstiye, jê agahtar bûye nivîsiye, lê piraniyê wan bûyeran xwe dispêre rastiyan. Nivîskarçawa bîhîstî be hewl daye wisa binîvîse. Lê, nivîskar ji çanda kurdîstan ê ya çîrokbêjî û dengbêjiyê tê. Cîh bi cîh di şayesandina bûyeran de nîşaneyên vê çanda dengbêjiyê li berhemê dixuye. Ya girîng jî ev e ku nivîskar wekî pekwirekê wîjdanî nêzî bûyeran bûye; xwastiye tiştên ku di lêgerîna azadiya gelê xwe de hatine jiyînê mayîn de bike.
Nivsandin behreyeke ji vegotinê cudatir e. ji ber vê hemî reng û xweşikahiyên vegotina dengbêjî neteyîsîne vê berhemê. Lê bi israriya nivîskar û nivîsandina bi kurdî, berhemekê bi kurdî amadekirin û maîndekirina wan bûyer û serpêhatiyan israrekê hêja, qedir bilind e. ev berhem bi vê israr û hewldanê hatiye nivîsandin.