Bavê Min ê Mitirb

161,20 TL
Yayınevi Liste Fiyatı:
260,00 TL
Stok Adedi: 9

Tükendi

Stok Alarmı

Erê... Heger aniha ev dêya min be, way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala dêya xwe di nav çarşiya bajarê F’yê re hatibûm li ber mala xwe sekinîbûm, ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber jiyam, dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê...
* * *
Di romana “Bavê Min ê Mitirb” de: tebeqeyên jiyana civakê, ya kesan û girseyan, hevberkirina dem, cih, war û bajarên du welatan; vederkirin, cudadîtina mirovan a ji civakê û evînên bikeresat, di pêvejoya windabûn û gera li kesekî mitirb de, bi vegotinên cuda dibin yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan.

Yayınevi : Aryen Yayınları
Yazar : M. Çiya Mazi
Barkod : 9786256274099
Boyut : 13x21
Sayfa Sayısı : 248
Cilt Tipi : Ciltsiz
Kağıt Cinsi : 2. Hamur
Basım Yılı : 2024
Cep Boy : Hayır
2. Hamur

Yorumlar

Sonuç bulunamadı.
T-Soft E-Ticaret Sistemleriyle Hazırlanmıştır.