Hebuna zimaneki bi romanan naye ispatkirin, le zimanek ku edebiyata we biafire bi hez dibe u xwedi berjevendiyeki bi istiqrar e. İro filogog behsa hebuna 3.000 zimani dikin. Le ji vana bi 76 zimanan wejeya niviski pek hatiye. Zimanen ku edebiyata xwe nebe bepergal e.
Hin ev zimane ku ji aliye serweriya tirk ve bi fermi nehatibe qebulkirini u "Kurdi ne ziman e" dibejin ji, le ev zimana gor lekolinen UNESCOye di nav heri zimanen ku zede ten bikaranin de, di hejmara sereke ya 31an de hatiye tespitkirin.
Daku mirov ramanen gel, netewe an civateki ku bi hurgili fem bike, dive romanen wi geli bixwine. Moderniteya geleki bi edebiyata wi berz dibe u bi taybeti roman peşveçuyina neteweyeki de nişana heri bilind ya nujeni ye. Roman hunera nivise ya heri hurgili u berz e.
İro bi zimane kurdi taqriben 350yi betir roman hatine nivisin u ev hejmara heri diçe zede dibe. Ji wan romanen kurdi bi dehan roman wergeri zimanen ditir bune.
Bere ku ji bo zimane Kurdi digotin "Kurdi bes zimane flivan, gavan u hemelan e", le dema ku weje u bi taybeti romanen kurdi pirtükxane, raf, mal u taran de cihe xwe girtin, edi kesi nekari ku bibeje "bi zimane kurdi pirtük naye nivisandin" u gef li ser zimane kurdi u nizm/piçük ditina neteweya kurd u Kurdistane nemumkun bu.
Edi kes nikare ku bibeje `romana kurdi nehatiye nivisin u nin e."
Kurd; xwedi dirokeki dewlemend, geleke otokton e u bi wan nirxan serbilind e. Tirk ji akincıtı u dagirkerıya xwe berumetiya xwe di wejeya xwe dw nişan bide u biji gelo mirovayetiye? Dive ev nirxandina di wejeya rojhilata nezik u cihane de berbiçav be. Daku welate mirovan ku azad nebe, qehremanen romanan u kesen wi welati ji bextevari nabe!
Mezher Bozan di reze romanen xwe ya "A Zelal Bu" u yen din u di ve romana di deste we de van his, hest u helwestan di jiyana qehremanen romana xwe de derdixine peş!
Bi heviya kiritik kirina we xwendevanan!